Rêwîya dilê min,
Şeva çû
Ez
Tu
Bîsk û bîna te,
Hîva ronik,
Çavên te yên
Melul û bişor,
Memkê te yên
Pucik û berfîn,
Destê te yên herîr,
Dilê te yên şîrin,
Ruyê te yên behrîn
Em bi hev re bûn.
Lê îşev
Tu
Aqilfêma min nînin.
Laşê min,
Bîsk û bîn te
Hîv bêronî
Em mane tenê.
Kayıt Tarihi : 2.5.2008 16:16:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!