Rêwî Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Rêwî

Revandin jime şewl u şewal
Em mane tarîtîyê de
Xunav xunav şil dibin
Ricaf di nav dilê mede
Dengê ba bahozê
Dibe zengil
Prîskên berfêre şer dikin
Berê xwe da oxirê

Ber bi bangeke tasavufî ve dimeşin
Gavên me şopgerîyê dikin
Ji mere
Di kurahîya ramanan de
Bî ahenga newayekî
Bi dilê me şadibe
Laşên me dilerîzîne
Zivistan bu dijmin
Evîna me qerîsî
Xewn u heyal lime bune ta kî zirav
Li pîyê pîrhebokekî alîya
Lavayî li daristanê dikin
Ber digerin
Bi xwendina mele kî
Bi şîreta keşe kî
Dibe ku lime were rihmê
Roj wê zelal be
Bi dilekî şa
Rêya me biqede
Em bêgihîjîn armanca xwe

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 12.1.2013 10:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş