Xweska
lo xweska mîna xeyalbazekî xeşîm di rêyek dûr û dirêj ketama
û min ti tiştek li pey xwe nehişta
ne elbek av
ne cotek çav
ne miradek xav
STÊRKÊN TERIQÎ
Hey şevistan bi ku ve çûn û teriqîn stêrkên te
Hey taristan ji kengî de xeriqî û vemirî rengê te
Hey şaristan çima tu bêziman î û kanî dengê te
Hey goristan kê li te da bi darbestan û birin kîde miriyên te
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!