Qîzapa me gulendamê
Dilgeşîya me dagire
Zava kurxal bûk qîzmete
Govendê de cî bigire
Qîzapame gulendamê
Bûk û zava mil milane
Kerema xwe tu jî were
Wele îro xweş dîlan e
Qîzapa me gul endamê
Kilama xweş wergerîne
Mesekine bileyîze
Govendê geş bigerîne
Qîzapa me gulendamê
Bûk û zava bi hevrane
Awaza qîza, xortane
Wele îro xweş dewrane
Qîzapa me gulendamê
Bi rastî evîn pir xweşe
Bûk û zava bextîyarin
Dîlana wan xweş dimeşe
11.03.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 11.3.2016 13:10:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!