Pepûka Dayikan Şiiri - Fikri Amedi

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Pepûka Dayikan

Dayîka min!
Li warên ji te dûr
Di Rêya Rebbê te de,
Lawê te me ku tekoşîna jîyanê didim
Min Xwest îro ez ji te re nameyekê bişînim....
Dilê xwe ji dilê te re vekim, dilê min ê ku sermê dike
Bi dilê te yê ku bi êşan dişewûte
Piçekî germ bikim
Qelema min a ku bêdenge
Di êşên xwe de çik dikim.....
Bêdengîya xwe li ser rêzikan dirjînim
Ji te re dişînim
Ez zanim
Tuyê peyamên bêdengîya min
Bi êşa dilê xwe vekî bixwînî...

2

Dayîka min!
Dayîka min a ku êşên sedsalan û xetên rûyê xwe
bi destê xwe yê nasirîn
Û bi hêstrên çavên xwe dikşîne!
Ez bi êşên dilê xwe te silav dikim...
Dizanim
Silava min belaşe
Nameya min bêpûl
Çaralîyê min bêkes be jî,
Tuyê silava ku ji dilê kurê te qetya ye hatîye
Dilê xwe vekî û hembêz bikî.....
Ji bona ku îro ez vêya dizanim
Ezê halnameyek dirêj ji te re binivisînim.
Dizanim gava yu bixwînî
Wekî ku Yaqub hesreta Yusif dikişand
Tuyê nameya min bidî ser dilê xwe
Û wek dûayekî bînî ser zimanê xwe
Dûayên ku tên ser zimanê te
Wê hevaltîya hêsrên çavê te bikin.
Wê hevaltîya hêsrên çavên te bikin.
Dayê gava ez van rêzikan
Bi dilê Yûsifê ku li ber îxanetê ketibu dinivisînim
Tuyê vê nameya min
Wek hesreta ku Yaqub ji bo Yûsif dikişand bixwîni.
Weka Yaqub ku îşligê Yûsif radimusa
Û di rûyê xwe re dida
T u yê jî destê xwe yênku ji bona dûaya vedibin
Di rûyê xwe yên qehra sedsalan dikşîni re bidî.
Wê xeta êşek din jî li rûyê derkeve
Dizanim
Wê çavên te tije bibin
Dilê te bixewure
Û bibêjî kûrê min kûrê min!
Û wê ji dilê te hewarek ber bi esmana ve bilind bibe.

3

Dayîka min!

Ez ji warên hezkirênê hatibim qewurandin
Û bi mihacirî vê nameyê ji te re bişînim jî
Tuyê mihacirîya dilê xwe li alîyekî bihêlî
Û bibî ensar û min hembêz bikî.
Tuyê kûrê xwe yê ku di girdava nehezkirinê de dixeniqe
Bixî kûrahîya dilê xwe û biparêzî
Weka ku agir ji Îbrahîm re selamete
Tuyê kûrê xwe yê ku di agirê îxanetê de dişewute
Bi dilê xwe bibî hênikî û selametî

4

Dayika min!
Tu li ser sînorê bi xwîn
Li coxrafîya rojhilatê (Kurdîstanê) ku hewîrodor bi mayin e
Û mirovên wê ji ber nîjada xwe tên cûdakirin
Û li cîyekî ku ji ber cisnê xwe tên qewurandin
Tu şerê jîyana mirovatîyê didî.
Tu di nava guloka êşan de
Li ser zevîyan bi destê xwe yên nasirîn
Û laşê xwe yê betilî
Bi dilê xwe yê dişewûte, te em mezin kirin.
Wek xezala Kurdîstanê
Havînan û zivistanan
Li zozanan li pêy heywanên xwe
Li ser zevîyan, di nava herîyê de xebitîy.
Dema te heywan xwedî dikir mala te axur,
û karkerîya demsalî dikir, warê te kon bu.

5

Dayîka min!
Te zanîna jîyanê li ser zevîyên pembu
Di sinifa karkerên demsalê de
Dema axa mamosta bun
Te di dibistanên zevîyan de ku serê wan vekirî bu xwend.
Di ronahîya serêsibê de berê rabuy,
Tu çûy secadê û tiştê ku te dijî
Ji Rebbê xwe re qal dikir.
Te bi fermana secde bike û nêz were nizanibuya jî,
Tu bi secdê nêzî Xaliqê xwe buy.
Ji ewê ku malikê hertiştî ye
Hertiştî dibîne
Û ê bi dilan dizane re
Her segura sibê dilê xwe vekir.
Bi pêşmala xwe ya palîyê
Her sibe çend hêsrê çavên xwe kir şahid
Û li ser zevîyên pembu dest bi dersa xwe kir.
Bi çend kerî nan
Çend heb zeytûn
Û felqek pîvaz xiste heqîba me û em oxir kirin.

6

Dayîka min

Pêşmala me ne şîn û bi xeml û xişr bu
Pêşmala me kîsên ji bo palîyên bu
Gava em bi hev re bi bêdengî di rêyên herî de dimeşîyan
Te li sermayê mêze nedikir
Ji bona ku destê me necemide,te destê me hişk dikir nav destê xwe
Me jî bi wêrektîya ku tu li cem me buy
Herwekî ku em diçin lîstikê diçun ser zevîyan
Paşê me hêsrên çavê te didît
Bi zimanê zaroktîyê, dayê çima tu digrî
Me dipirsî ma bavê me ne li cem te ye loma tu digrî
Te digot na kûrê min na, ma girîyên çi
Tûjîya pîvaza ku min xistibu heqîba we kete çavê min
Wêçaxê me fam nedikir
Hema me van maneyên te qebul dikir.

7

Dayîka min!
Roj bi roj ez çêtir fam dikim ku tu çima digirîyay
Sedama girînên te ne tûjîya pîvazên heqîba me bu
Êşên tekoşîna jîyana mirovatîyê bu
Êşên ku te ji bo jîyaneka mirovatîyê dikişand
Ji ber ku kesî nedibihîst û fam nedikir tu digirîyay
Wek wê gotina ku ê fam dike digirî ê digirî fam dike
Ez ji te fam dikim dayê
Gava van rêzikan ji te re dinivisînim
Ji bona ku fam dikim digirîm

Mehmed MAKSUD

Werger: Fikri Amedî

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 11:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi