Newroz e, xweş Newroz e,
Neyaran welat derxin.
Bijî cejna azadiyê,
Emê pêtalan vêxin.
Welle Newroz pîroz e,
Ew wek gula gewez e.
Bi gelan re rizgarî ye,
Gel jî zilmê naxwaze.
Vîçevîça çûkan e,
Dilşadî ya gulan e.
Newroz hat, Newroz xêr e,
Newroz cejn cejna gelan e.
Bi ser erdê, li ser axê,
Vêxin agrê Newrozê.
Qedir nedin bê bextan,
Pîroz bikin Newrozê.
Vîçevîça çûkan e,
Dilşadî ya gulan e.
Nevroz hat, Newroz xêr e,
Nevroz cejna gelan e.
Bû bihar, havîn nêz e,
Roja cejna pîroz e.
Îro cejna Kurdan e,
Cejna Newroz pîroz e.
Vîçevîça çûkan e,
Dilşadî ya gulan e.
Nevroz hat, Newroz xêr e,
Nevroz cejna gelan e.
Mehmet Çobanoğlu
18.03.2021
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.3.2026 22:50:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!