İro gel re Newroz’e Newroz’a azadî ye
Heval, hogir tev kom bin berê xwe bidin qadan
Vejîna me gelane, mirin jî qedexeye
Rabin werin Kurduno agirê Newroz gur kin
Ay dil ay dil dilê min ketim kuçan, kolanan
Roja me dan ber gulan ciwan jî li ber kêran
Xeme, êşe pir girane dîsa li me fîxane
Her der tev mij, dûmane bi çav çava nabîne
Şîyarîya Kurdan’e, ev cejna me gelan e
Naxwazin hebûna me, êrîşî hatin ser me
Bîryara Erdugan’e reyîna kûçikane
Keviran bavêjin cewran, xofa bidin neyaran
Çaralî me pêçandin, agir fîşeng barandın
Ev çi hal ev çi rewşe? Zarok, dayik zarandin
Em rabûn em piyane; welat jî Kurdîstan’e
Neyar tu bizanibe cejna gel tune nabe
Rojhilat bi ser çiyan, germahî ket nav dilan
Ev roj keda Kawa’ye, gelan re xelat maye
Ar ê hêvîyê vêxin pêtalan bo me geşkin
Hîm şere him Newroz e Heci Zengîn şehîd e
Mehmet Çobanoglu
21.03.2012
Stanbol
Kayıt Tarihi : 22.3.2012 20:51:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!