iro newroz e destpêka biharê
bihar destpêka salê
destpêka jin û jîyan ye
bihar xeml e
bihar cejn e
salek qut bu hat salek nû
hertişt li şunda ma dest pêkir jîyanek nû
bihar rengekî din dide jîyanê
kulîlk dixemlînin her derê
bîhna gul û sosinan
bîhna nêrgiz û beybunan
dihele berfa çîyan
dihele berfa zozanan lê tenê dimînin belekî
dibe av û diherike
her der şîn dibe
her heywan ji kunê der tê
teyr vedigerin
serê her darekî hêlînek dibe
mirov ji bixwe tê
bi xurtayî dest davê jîyanê
lê xweş e bihar
xweş e jîyan
jîyana bi azad
jîyana serbixwe
Kayıt Tarihi : 10.12.2009 01:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!