Nabe
Ez gurim li serê çola me.
Bîrûska li nava çiya me.
Dengê bahozê tê guhê min..
Ez şîna nava gunda me…
Ez dibêjim aha nabe.
Jiyana me pir xirabe.
Destê hev bigrin bi hevra.
Ji bo welatek roj ava…
Jana dilê min naskine.
Rojê min tev kel û girîne.
Amed, Dersim warê mine.
Jiyana min bê Wan qet nabe…
Ez mesîme li nava çema.
Ez çivîkim li serê dara.
Ez teyrim difirim li ezmana.
Jiyan bê aşîtî nabe…
Nabe bavo, bira nabe…
Nabe xwîşka min qet nabe.
Bê aşîtî jiyan nabe.
Bê biratî xebat nabe.
Nivîskar: Mehmet Raşit ER
Yazma tarihi:08/07/2009
Kayıt Tarihi : 11.7.2009 23:40:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)