Mesa azadiye Şiiri - Serhildan Azadi

Serhildan Azadi
4

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Mesa azadiye


Qêrîna bi hezar salan
ewê biteqe
li çîya û deşta Fîsê
keç û xortê Kurd
xelaskin ji bindestîyê.
Nêz bû roja nû.
Kombûn li hev
bîst û du ciwan
di tarîka nîvê şevê de
li warê serhildanê qelaştin perda reş
ava kirin jiyanek xweş û geş.
Ji bir nekirin
Zîlan û Dêrsîmê
hesreta dayîk û bavan bû
ji vê roja nû re.
Meşandin tovê jiyanê
li ser axa bê yar
tov ajda ji bo roja nû
ew roj bû 27’ê Mijdarê.

serhildan azadi/27.11.2010-AMED

Serhildan Azadi
Kayıt Tarihi : 13.4.2025 20:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!