Yan pişta xwe bidê çîyayekî,
li ser berf û bêdengiyê hespê xwe bigerîne,
bila çiya barê te bigire,
bila sirrên dilê te li nav keviran veşêre.
Yan jî bide merxasekî,
merxasê ku bi çavên xwe tu carî nexiyanî,
bi destên xwe tu carî nexirabûnî,
ew ê li hember fırtînan li ser te raweste,
ne bi gotin, lê bi hebûna xwe.
Her kesê ku li vir tê,
barên xwe li piştê xwe digire,
lê tu barê xwe bidê xwe,
bidê axê, bidê ba, bidê şevê.
Çimkî hinek bar,
ne ji bo milên mirovan in,
ew ji bo çiya ne,
ji bo merxasan in,
ji bo dengê bêgotin
û birînên ku bi demê re tên baş bûn.
Kayıt Tarihi : 22.12.2025 21:59:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!