Ez keçikek piçûk a Şengalîme
lorîna Êzidî me
qirkirina heftê û sê caran
d! awirên min de
şopên xwe h!ştîne şev tarî û sar e
Lê Şengala pîroz
cага yekem ku
di kelkela havinê de
evqas sar û ricifek e
ewr digirîn
xwîn ji çavê wê herikîn.
Stêrken birgonek
ronahîyên xwe dikujin
Ezman xwe bi tarîyê dinixumînin.
Heyva bedew
ji rengê sor xwinê
rengê rojê qemitî buye
Qerîna zarokan
hawara dayîk û bavan
di Şengala rengîn de asê diman.
Axê reş girêda û
çeka bêbext li wir
ag!r vedirişîya
mirin lal bû
û girî
di qirika zarokan de
di xew ve çû!
Teqîna guleyan
hêvî û xeyalên wan jî
bi xwe re
d! tarîyê de reş dikir
gulen bêbext ku
Dibûn mêvanê dilên piçûk
Şengala rengîn dixist nava bêdengîyê
û dilê keç û xortên ciwan
birîn dikir.
Li ber wan
lal dibûn
sar dibûn
hawar û qîrina min
erşê xweda hejand
le xweda ne li wir bû
Şengal bêkêf
bê coş û dilbirîn e..!
Qebeba kewê hatibû birîr
wîtetewîta çûkan tunebû
Meleka Tawûs mabû bêdeng
dengê senfonîya xwezayê
cîyê xwe
ji top û guleyan,
ji ajalên leşxwar re berdabû
îro cejna gur û çeqelan bû.
Lê em tune nabin
û wek teyrê Simûr in,
xwe ji nû ve diafirînin
Ez keçek Kurd im
ji ala kevnar im
ez ezîdxan im
bê kes û bê war im
serhildan azadi
Serhildan AzadiKayıt Tarihi : 13.4.2025 19:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!