Li Me Xema Sed Salane

Mehmet Çobanoğlu
2618

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Li Me Xema Sed Salane

Ji wan gundan ji wan malan
Ji kezeban, bi wan dilan
Ji hêvîyan ji xeyalan
Diştek nema me talane

Cerd û êrîş bi xopane
Êş û şewata dilane
Ma ne heyfa me Kurdane
Wer, wargehê me nemane

Li me xema sed salane
Birînên me bi gulane
Av û zadê me rêjandin
Ev şerekî pir girane

Qêrîna kalan, pîrane
Bi zarokan û jinane
Jiyana gel herimandin
Bi gundan de kes nemane

Di gundan de mij, dûmane
War, wargehê me nemane
Rojhilat û rojava de
Ne pire ne jî rê mane

Mehmet Çobanoglu
16.01.2020
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 16.1.2020 17:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu