Çİ DEWRAN BU
Yabo welleh birîndarim,
Birîndarim û stixwarim,
Li vê dinyê nema karim
Dert pir bûyi pê nikarim.
Birîndarim xewam nayê,
Sebram nayê l vê dinyayê,
Ketim bin derdê dinyayê
Ezê bimrim welle dayê.
Hewşa qonaxê valakir,
Mala mezin tev belakir,
Cîh û warê me xerakir
Çima dinyê lime whakir.
Lime giran bû barême,
Nema xweş tên baharême,
Xweşî nedîn van zarwême
Çi dewran bû hat serême.
İbrahim Akbaş
24 12 2006 (1)
Kayıt Tarihi : 17.9.2025 12:04:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!