Kenê Germ Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2692

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Kenê Germ

Kenên germ e li ser lêvê
Xala reş e li ser lamê
Bûye gula li ser welat
Wek zelaliya nav avê

​Germahî ye ketî axê
Ew evîna di nav dilê
Bûye kulîlk li ser şaxê
Min e daxwaza çûna malê

​Bêhna gulê ji baxan tê
Dengê kûr ji kaniyê tê
Çavên reş in, rondik tê de
Keça Kurd e, ji bêriyê tê

​Lêvên wê de ken diweşin
Awirên wê zehf balkêş in
Ew bedew e, ew şîrîn e
Kincên li ser, xweş û geş in

​Tiştek ji wê xweştir nîne
Dil evînê diqelîne
Ew bi derdan re derman e
Eşq û hêviyê ji me re tîne

​Barê giran li ser dil e
Ew evîn e, ne bêha ye
Bi hezaran her tişt zane
Dil de evîn û eşq heye

Mehmet Çobanoglu
13.03.2026
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.3.2026 16:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!