Gundê me de mal û xanî
Axa me de çem û kanî
Keça reşik rê dinêre
Kew gozel hat ber danî
Kewa gozel war şên dike
Keça reşik dil bardike
Dilê wî de evîn tijî
Rewşa kew ê xweş fêm dike
Bin malan de her der qaşe
Kewa gozel xweş dimeşe
Keça reşik jêhatî ye
Nanê pijand hûr lewaşe
Çavên reşik, dilên xweşik
Çem dikişe nav de xişik
Çanda me de her tişt hene
Em dizanin kap û kişik
Deng vedide dengê kew ê
Xeman nexin dilê kew ê
Kew diçêre li bin gund de
Keça reşik heyva şevê
Mehmet Çobanlglu
28.08.2025
Stenbol
Kayıt Tarihi : 28.8.2025 10:04:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!