Keça mina biçûk tu gulek zerî
Dilê min bû gulistan tu bûyî perî
Kena xwe da cennetê diveşêrî
Destê min ber nedî bi cîhek da neherî
Li ber min bî jî bêriya te dikim
Bê te ez nizanim çawa bikim
Naxwazim bê te nefes jî bigirim
Bîhna cennetê ez ji te digirim
Keça min tu tehma jiyana minî
Bê te najîm tu jî vaye dibînî
Her dem bı Kena xwe kêfa min tînî
Min hembêz bike tu canê minî
Kayıt Tarihi : 20.7.2025 22:40:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!