Tirs û xof min girtî ye
Ez newêrim bo te bêm
Gelo bavê te mal e?
Ji ne mal be wisa bêm
Keçê ez benda te me
Tu min agahdar bike
Îtibara xwe min bîne
Min qurbana xwe bike
Bavê xwe mal bişîne
Ez wisa bêm li cem te
Ji derdan re derman î
Bixwaze dil bidim te
Ma tu min dibihîsî?
Rewşa min tu ne rewşe
Tu melhem û hêvî yî
Mîna pelan neweşe
Bavê te pir hesûd e
Bi dizî were rindê
Bejn û bala balkêşî
Tu dilşadî lê rindê
Mehmet Çobanlglu
24.04.2025
Stanbol
Kayıt Tarihi : 24.4.2025 18:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!