Çi gavê te can kişand ji laş bi qest
Da ku wê demê ji felat bizanim
Ji bilî axê berhem nema li dest
Vîn û heyinê bes bi te dizanim
Stêrik li dora te bûne gêj û mest
Her ku ew cemal şewqê daye gerdûn
Çi dema te berdêl bi mirinê xwest
Ne jîn ne mirin ji ber derge der bûn
Mîna ax û seng nema tu liv û hest
Ji kêliya ku bi te wer bû zeman
Çerxa felekê ji dêhna te rawest
Ji mêja dûv re maye kêşa xeman
07.10.2015
Silîva
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:20:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!