Îbrahîm Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
1798

ŞİİR


10

TAKİPÇİ

Îbrahîm

Îbrahîm can Îbrahîm
Rêberê xurt Îbrahîm
Şêr,şervan,şoreşger
Namirî xwe Îbrahîm

Û egîdê hemû gelan
Tu sorgulê ser çîyan
Dilê Tirka û Kurdan
Îştiraqîye doza gelan

Neyarê te patron,axa
Meşyayî tu roj û şeva
Serîhildana gelê hija
Welat bûke tu jî zava

Têkoşerî xwe karê te
Têkoşîn xwe soza te
Tov reşya bi axa me
Gula me berhemê te

Patron axa neyarê te
Şoreşî,azadî raya te
Karkerên li palûkan
Gundî jî hatin pey te

Li gunda heta bajaran
Bi çekan û hêzê gelan
Te saz kir artêşa şoreş
Li êriş bir ser faşistan

Îbrahîm germa dilan
Rizgarîya gelê cîhan
Qurbana doza te me
Bo roja hijdêh gulan

Şêrê gelan,dilê gelan
Tu pêşengê me gelan
Rêya te mera rêzgare
Îbrahîm rêberê gelan

Û roja hijdehê Gulan
Agir barî hemü dilan
Bîrnekin gel İbrahim
Rêberê Tirka,Kurdan

16.05.2006

B.PAŞA

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 27.10.2007 14:48:00
Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Te pîroz dikim helbesta te gellekiî xweşik e..
    Dest û dilê te sax be..

TÜM YORUMLAR (1)