Fîrawn rabûn, wekî caran
Fîşek reşandin,wekî baran
Jî me dan kuştun,bi hezaran
Me hilweşandin wek pelê daran
Heware rebbêm dîsa heware
Ji mere neman qet alîkare
Li ummeta islam bûye zivistan
Ma gelo rojek,nayê bihare
Bİrano ev doz,doza dîne
Kesek ni kare me bi,xapîne
Bawer bikin em,ne bê xwedîne
Dinya ji zaliman re,namîne
Erd û asîman îro di hejin
Her roj,bê jimar,ji me di kujin
Şerpeze mane,zarok,pitik,jin
Alema dinnê, tev ker u gêjin
Ev neyarê me, pir xedare
Pêre tuneye,vîjdan û are
Erîşa dide,wek gurê hare
Li ber vê zulmê,em man bê çare
Ev dil û kezep,bûye wek hesin
Ji vî neyarî,em qet na tirsin
Ji bu şehîdyê, emê bi bezin
Hevya me îro,xwedayê mezîn
Heware rebbêm dîsa heware
Ji mere neman qet alîkare
Li ummeta islam bûye zivistan
Ma gelo rojek,nayê bihaarê
20.08.2013
Kayıt Tarihi : 5.5.2015 10:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Arap baharı denilen Zülme Başkaldıran Mısırlı mücahitler ve sisinin zülmü üzerine yazdım.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!