Tû dûrî…
bi qasê çil biharan
Ji vir û heta wir…
bêbavê;
dengê min tê te
dixwazim binivîsim ji te re, pêşî binivîsim û paşê vegerim
Vegerim û keskesora rengê azadîyê li dora enîyate bigerînim
Dixwazim Destê xwe bidim ser ekwatora dilê te
Û dilê te ji bo xwe vegerînim.
Rojek xweş
qûling difirin
Vokalîstên dilê min stranên evîn ê dibêjin û dibilin
qeb qeba bilbilêye
dilê min baxçê bihûştêye
bi minet xwe berde nêv
Îşev bi stêrkan re rûniştim me behsa te kir
Şev bêdeng,
Û Stêrk jî li min mêzedikin di bin simbêlêre dikenin.
wek her car qeşmerin dîsa…
ez aforîzmayên gemarî çêdikim li ser navête
Xwîn firoş…
Hey xwîn firoş!
Ma ne şerm bû kû te xwîna xwe bi dû Peran firoş.
Xwîna te ewqas erzan bû?
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!