Gul, Sosinên Me Qetandin

Mehmet Çobanoğlu
2620

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Gul, Sosinên Me Qetandin

Zozaanên me perçiqndin, li gul, sosin ên tê de qetandin
Li vê jiyana kurt de, bênamusî heta çokê ye
Hatin
Kar û berxên me bi tevayî qir kirin
Kozê wan ruxandin
Komê wan helweşandin
Ew
Hewzanin zilim
Şeref û rûmet e
Derd û kulê wan
Emin
Bin wan de tank
Bin wan de maşîne nin
Destê wan de top û tifingin
Bin me de hesp û kerin
Destê me de kêrikin, dîsa li me talane
Li me tarî, li me reşî û tengasî ye
Jiyan qirfoneke
Ew ji me re
Wek mar û mişkan e
Her der ji me herî
Her der ji me hişkî ye
Neyar xof û saw direşîne
Bûkeka ter rûnîştîye, şînê de ye, ew xwe jî qîz me Kurdan’e

Li me re jiyaneke xeydok e, li çiya ê Mercan ê dûxane
Navberê şevê de, li ser hev vize viza fîşekan e
Dergûşan de qirîna pitikan e
Li derva zûrîn ya kûçûkan tê
Bêbextî nînbe
Feqîrî û hejarî ne tişte
Bi destên hovan
Ji me re
Zilmeke giran e
Asîmanên şîn li me re reş û tarî ye
Bi kom û kom, bi lod û lod
Di navberê gundê me de cendekên xort û qîzan tijîne
Ev hûnerê eşqiyan hûnerê bênamûsan e, ji me re komkujî ye

Ji pêçekê xwîn diniqute, pitik sê rojan bi gullan haş bûye
Roj qedexe ye, şeva şilf û tazî ye, hewara dayikê ye
Em Kurdin
Jiyan li me perçe, perçe ye
Dil li me xemgin
Kezep li me kizirî
Felek ji me re namerde
Jana ket şevê
Girîna dayikê ye
Ev qetilkirin azîna neyaran, azina mêrkujane
Ji bo hez û evînetî ya
Jîn
Hovan
Her der payîmal kirin
Em mirovên vê axêne
Axa me herimandin! Malên me talan, xeyalê me xera kirin

Mehmet Çobanoğlu
18. 04.2020
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 18.4.2020 18:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu