Min berdêla her bistê ji henasevedana jiyana xwe da,
Yek bi yek min da berdêla her evîn, hesret û dîlanê
Min hestên tukesî li xwe deyn nekir,
Û tucarî hestên min li kolanan nebûn dêlik,
Neketin paşila qewadan,
neriziyan
Dem li jimêr dide, dibe demjimêr,
Seat 04:32, roj hiltê,
Heger bête bê, çi ji min,
Çi ji min ji çûkan, va ye distrên,
Qebeqeba pepûkan e.
Ez, ê şevan im
1
Yek …
Du…
Sisê…
Û bi hezaran gulle reşandin kûlîlkên welatê min.
Di nav du-sê salan de…
Yek jê, ez im, jixwedûrketî,
Yek tu yî, liberxweketî,
Yek jî ziman e, li ber sêkeratê,
A din welat e, li bendeya felatê.
I
Min xewn kujtin,
Heyv çahl kirin,
Stêrk revandin,
Ka bêhna te! ? Ez helandim.
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!