Ez Umanim Tu Jî Keştîyî

Mehmet Çobanoğlu
2603

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Umanim Tu Jî Keştîyî

Zimanê min de navê te qet kêm nabe qet nakeve
Tu sewda minî lêlê tu sebra minî
Navberê paşila min de ngara te
Di dilê min de tu veşartî yî
Lê bedewê bêhna minî
Her awirê te min re roj in
Tu demsala umrê minî
Ronahî ya çavê minî
Her kenên te, bişirên te ji imin re bax û baxçe, gulîstan in
Wek hilma nanê germ wek navika pîvazan tu min re hezkirînî

Bêrî ya min de gul vedîdî, ez bengînîm tu evînî
Agirê nav dilê minî
Ez şewatim
Tu xurîyî
Ez kozirim, agirpijim
Fikrê min de di hizrê min de tu tune bî ez mirî me, ez cemedim

Terka min nede ji min nereve, destê min bernede
Ez naxwazim tu dûrkevi
Min re şev û reştarî ye
Derd û kul bendê min in
Birîna min rûttazîye
Çaraliyê min dorpêçandin
Mar û mişkan goştê min şêlandin, ax mirin jî li min venagere

Heyverona şeva minî gizingê siba minî tu şadîya min
Ez axim tu kulîlki
Ez baxim tu gulî
Ji min re bibe rehmet
Ji min re bibe baran
Her tim li ser min de bibare
Tu bi xêr bê bi û serseran re bê, tu min re azadîyî ji min re jinî

Ez umanim tu jî keştîyî dilê min ji te re bendergehe
Bendê te me
Bextê te me
Kerema xwen min fêm bike
Lenger xwen berde di navberê min
Delelê ez bengînê te me min veneqete hewcîya min li te heye

12.06.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.6.2016 15:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu