Ez Ketibûm Şiiri - Sinan Karakaş

Sinan Karakaş
20777

ŞİİR


39

TAKİPÇİ

Ez Ketibûm

​Ez ketibûm,
Her derê min herî,
Li ser min baran,
Berçevka min parçe parçe,
Deng dihatin,
Lê bixe lo, lê bixe!

​Ez xeyidîbûm,
Kezeba kesî neşe
Ez qediyabûm,
Cihê min de bager,
Lavaş diherikin,
Êdî gul neman,
Cestê min parçe parçe,
Êdî li hiş û sewdê negerin.witî,
Li ser pişta min qof,

Sebir qediya,
Ferhenga min parçe parçe,
Tê de tune ye peyva "raweste".
​Ez dinitisîm (bêdeng bûm),
Dîmen wek sîber,
Dibêjim xwe ragire, li ber xwe bide,
Ne eslê wê heye ne rûmet,
Deşta min a asê,
Mêjin, xeyalan negerînin.

Ez qediyabûm,
Cihê min de bager,
Lavaş diherikin,
Êdî gul neman,
Cestê min parçe parçe,
Êdî li hiş û sewdê negerin.

Sinan Karakaş
Kayıt Tarihi : 9.3.2026 23:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!