Porê te wek dîcle û ferat
Dorpêç kirim li min bû welat
Dibêjim lez mîna bilbilî
Da ku gulê bide min xelat
Dilikê çav û zulfan ez im
Di nav wan de li bax û rez im
Kengê te got dakeve dilî
Bo te kaş û gazan bibezim
Wî dengê te ji zîz û zelal
Hemû hozan kir bê zar û lal
Guhê tazî dît kinc û cilî
Bes bibêje can bo te helal
Yarê ez ji warê zembîlan
Kul û xema ji Merwaniyan
Porê xwe yê gij û gulgulî
Bo te bikim doşeka mîran
03.11.2015
Silîva
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:08:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!