Ev çi tofan hat serême
Zulma xwe xist ber derême
Kesî nego lo eybe şerme
Vê felekê çikir mekır.
Dur va revîm çare Nebu
Derê dexesîyê vebu
Birîn kur bu qet sax nebu
Vê felekê çikir mekır.
Dest davêjim gulî tunne
Bıskê zerîn qurî tunne
Hilweşîya por jî tunne
Vê felekê çikir mekır.
Felekê cewên te qor be
Çima jîyana min zor ve
Ger şabunî dor bi dor be
Vê felekê çikir mekır.
𝕸𝖆𝖒𝖔𝖘𝖙𝖊.𝕯𝖊𝖛𝖗𝖎𝖒î
𝕸𝖆𝖒𝖆𝖐.𝟮𝟬.𝟬𝟲.𝟮𝟬𝟮𝟱
Kayıt Tarihi : 20.6.2025 01:22:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!