Li tûjiya xançerek bûye rêveçûn jiyana min
Westiyame birîn Kom bûne li pişta min
Peîn li menfîetan xistine çûne hevalê min
Tirsdariya mejîyê însan maye li çavê min
Rûyê herkesê de heger li ruyê te digerim
Piştî bêriyek bêçare li çareyek digerim
Bixwazim heger ez te helbet dibînim
Ne jî mejîyê xwe jî dil hêz dibînim
Ezê to bikim rojek, ji rûyê xwe
Ev şerma ku heşê me tîne serê me
Nikarim rojan vegerînim ne şerm e
Ezê vegerim rojek, werim ser xwe
Cengên nîvmayî de ezê xwe bibînim
rû Nedim sebeban bi derewek te bibînim
Jibo kenekî te keşmekeşa emrekî bişewitînim
Gilî nakim ji cehennemê hêvî dertînim
Piştî bêrîyek cazakar li zemanekî din
Mîna ku mecbûr bin em li hev bigerin
Bi destpêka jiyanekî nû em li hev binêrin
Bira li ruyê erdê evîn belav bibin
najimêrim ji îxanetan kenan li pay kena te
Beraata şehrek dikim jî kîn û nefreta xwe
Hez dikim ji Jiyan û mirinê min digîhîne te
Pîroz dibe ev evîn hew ji rûyê te
Mustafa Zagroskhan
Kayıt Tarihi : 20.7.2025 00:41:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!