Bû agir û pêt ji bo daristanan şopên evînê
Gerdûn bêbingeh û bêwate ma li kendala tuneyînê
Li pişta çiyayekî xezalek bû sêwîyê avê
Çûkên awaz xweş, bûn koçberên dilsoziyê.
Jiyanê sînga min dişikand, bi awayekî zordestî
Tenê dimam li hemberî erdnîgariya hilweşandî
Ji bo min çiyayên bilind ne dibûn stargeh êdî
Li nav behra helbestan dimam bi dilekî westiyayî.
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 00:57:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!