Rêwî yê Qers ê Me Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2647

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Rêwî yê Qers ê Me

RÊWÎ YÊ QERS Ê ME

Bi salane neçûm Qers ê
Hespê min jî ne revane e
Dilê min de şad nema ye
Bi rojane min şiwan e

Salan e ji Qers ê dûrûm
Her tengasî min re maye
Lo ev çi ye min qelibî ?
Xem û keser min re maye

Ez dixwazim biçim Qers ê
Axa bav, kalê min lê ye
Ev birîn min re ne bes e?
Yek jî xema min nav de ye

Ez rêwî me rêwî yê Qers ê
Rê dijwar e min bû beyan
Dil nabîne, çav nabîne
Dor li mijê nayê xweyan

Ku dinêrim ew der Qers e
Birastî bo te bengin im
Hesreta te min şewitand
Qers min dûr î ez xemgîn im

Qers a şêrîn Qers hêşîn
Min bêriya te kirîye
Zozanên te bendê minin
Rê li min ne vekîrîye

Mehmet Çobanlglu
02.10.2025
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 2.10.2025 11:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!