Êdî Bes E Şiiri - Murat Karacuban

Murat Karacuban
210

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Êdî Bes E

ez tenêbum
bi serî xwe
ji we nêzîk lê dur
ba we lê ne li cem we

ez tenêbum
gavak kû
serketina min a li dijî dehaqê zalim

ez tenêbum
gavak kû diroka kemînde
bi hemu serê min ê li hember ne yaran

ez tenêbum
li meydana çaldiranê da
li hemberî selîmê xwînxar

ez tenêbum
gavak kû ez kirim çar parçe
di peymana qesrî şîrin de
sînor danîn di nava min da

ez tenêbum
dijî zordestîyan
zordestîyên olî da
zordestîyên du rûtîyan re

ez tenêbum
di gelîyê zîlanda
ez tenêbum dara hênê da bi seîdê kal
ez tenêbum di qirkirina dêrsim da bi seyîd riza
ez tenêbum di meydana çareçir de bi qadî mihemed
ez tenêbum di zindana amedê da
ez tenêbum di helepçê da

ta kû min got êdî bes e
êdî bese zordestî
êdî bes e tenêtîya min

ez naha bi xwe me bi gelê xwe
naha ez xura xwe bi destê xwe dixurînim

min tenêtî şikand
di rûpelên dîrokêda vêşartî man
ez rabum ser pîyan
min dest avit ber xwe
û min deng da
min got êdî bes e
êdî bes e êdî bes e...

Murat Karacuban
Kayıt Tarihi : 25.4.2009 00:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Zerya Zelal
    Zerya Zelal

    a giring gotina na edi bese ye... a giring fehmkirina cevhere jiyaneye... helbest çiruska gihıştina wi cevheriye belki...

    Cevap Yaz
  • Zerya Zelal
    Zerya Zelal

    a giring gotina na edi bese ye... a giring fehmkirina cevhere jiyaneye... helbest çiruska gihıştina wi cevheriye belki...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Murat Karacuban