Dayê bibêje em bi ku ve diçin?
Çolistana me winda bû ji ber çavan.
Te digot em diçin lîstikê.
Çima ev lîstik bi ew qas mirovî tê lîstin.
Nekarim bilivim.
Min bêriya nivînê xwe kir.
Te digot, di nav nivînê xwe de bilîze.
Min bêriya nivînê xwe kir.
Nekarim bilivim.
Dayê çima her der av e?
Min bêriya axê kir.
Çolistana xwe nadim bi avistana wan.
Dayê bo çi ye ev çûn?
Te digot, dema mezin bibî tu dê fêm bikî.
Dayê ez dê kengê mezin bibim?
Dayê dengê te nabihîzim
Dengê xwe jî...
Ji avê hez nakim.
Masî li dora min dicivin.
Bi destê min girtine.
Wan ez derxistim axeke kambax.
Tu kesî bi destê min negirt.
Dayê te digot mirovên qenc hene.
Ka li ku derê ne?
Dayê min bêriya hembêza te kir.
Min bernede, ditirsim.
Li min sar e, diricifim.
Diricifim bê te dayê!
03/09/2015
Silîva
Bo giyanê "Alan Kurdî" ku li kersaxên Bodrûmê bû nîşaneyeke hişyarbûna mirovahiyê ji xewa mirinê...
Ziza RumasKayıt Tarihi : 24.5.2017 01:03:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!