Dilê min nale nal axîn rahiştin,destêxâ serîda dibim.
Dî bê je de xatirê Xwedê,min dûr bikeve dûr bikeve.
Hêstîran diloptîkê ser birînda,xwê dikeve nâvda.
Pir dişewte lê kêrina wi diçe baskê asimana.
Çima rîhe min tengê,sebra min nayê?
Çavê min li rêya te ketine,hêviya çi yî bêje dilê birîndar?
Îro mîj ketye berya min,sibê çêv târiyê.
Ez lal im,serê min li ser sînga min tewîya.
Şev û roj xâyîntiyek kirye,min hiştîye tênê.
Ez mame ser rêyan,werin ez pir ditirsim.
Çima rîhe min tengê,sebra min nayê,
Çavê min li rêya te ketine,hêviya çi yî bêje dilê birîndar?
Gîrê ketye ber gerya min,min bir kir zimanî kenê.
Hindere min nâline,belgemîn ber bagêrê veşiyâ.
Serê min dane ser kevîrê sar,pişta min bidnê kederê.
Axâ sar baveşne ser serê min,birnekîn derî piştedâ kilitkin.
Çima rîhe min tengê,sebra min nayê?
Çavê min li rêya te ketine,hêviya çi yî bêje dilê birîndar?
Edremit.
Saliha Öcal
Kayıt Tarihi : 26.12.2025 00:56:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!