Dîlan Dîlana Me ye Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2620

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dîlan Dîlana Me ye

Berf rabû wext havîne
Çem dikişe xumxume
Zozanan de gul vedan
Binê behr ê de qume

Şeng û şaî, arame
Bûkû, zava hevrane
Mirazê wan rast here
Îro wan re dîlane

Bûk û zava ba hevin
Dilê wan de eşq heye
Govend bo wan digere
Dengê defê, zirnê ye

Zava jî li rê de tê
Siwarê hespê heşine
Birê wî  jî pir dûr e
Jê re name naşîne

Çi xweşe çi şêrine
Rojhelat û rojava
Dîlan dîlana me ye
Her hebin bûk û zava

11.07.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.7.2019 02:45:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu