Êdî xewa kûr têkçû;
Xewa kûr de rêç nema,
Em rabûn û em heşyarbûn!
Çi xweşe û çi şêrîn…
Şeng ûşabûne li me.
Rojhilat roj hat xuya!
Gizingên berbangan ser me
Tirêj dilîzin bo me,
Pertav xwe da axa me;
Hewldane,serîhildan!
Şerê jî şerê şêr û guran,
Teqa teqa mertalane;
Yan mirin yan azadi
Ev şerê me gelane.
Egît,leheng,pakrewan,
Qîz û xortên Kurdîstan;
Xuya serê roja me,
Şewq û şemale bo me,
Ronahî ket çavê me!
Pir xweşe welatê me.
Navde dijî gelê me.
Jiyana dilê me,
Germa tev canê me…
Gul vedan gulên me;
Ne leylane ne xeyal,
Welatê me Kurdîstan!
Em rabûn em heşyarbûn!
Îro roja meşa me ye…
Meş meş em dimeşin,
Hewldane,serîhildan!
Destê me de ala me,
Tê de kesk,sor û zer’e
Mîna gulên warê me.
Êdî xewa kûr têkçû;
Rojhilat roj hat xuya!
Ali,Akîf,Kemal,Hayrî …
Ew Pêşengên Kurdanin,
Şoreşgerên gelanin;
Her çar tucar namirin,
Rabin rabin gelên me;
Dil hêviya azadiyê ye,
Amed’e paytexta me ye.
05.08.210
Yildirim
Kayıt Tarihi : 6.8.2010 17:19:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!