Naqedim ez nağedim şoreşgerê gelanim
Bi heval û hoguran em rabûn em serpêne
Em rêwîyên hêvîyê dimeşim şev û rojan
Karbendê me evîne bêkêmasî jiyane
Ne revok ne qçaxim ez egîtê gelanim
Heval hatin li ba min em bi şadî rêketin
Bi şeref û rûmetî em herdem serbilindin
Me barê xwe hilanî em nawestin dimeşin
Şev qedîya dem bû roj warê me jî gulîstan
Em şervanên gelên kom bûn xort û keçên me
Berxwedan jî pîroze bo me deng û awaze
Qêrina me gelane heşyarbûna Kurdan e
Em xem -kulan naxwazin em dilgeşî dixwazin
Em şoreşger- hevalin em dozvanên mêrxasin
Em evîna dilanin nirxên gulan dizanin
welat bikin rizgarî em xulamî naxwazin
Pakrewan canê mene germa nav dilê mene
Em rabûn em serxwene êdî bese koletî
Diyarîya şêrane azadîya gelane
Dema cîvakparêzan têkoşîna Kurdan e
25.11.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 25.11.2012 20:50:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!