Ciwanî ni’metek mezine ma tu zani?
Bêguman ewê rojek here ji dinya fani.
Hevalo! tu bi tiştê erzan xwe nexapîni.
Girîngiya ciwanîyê baş bi zani.
Bimeşe rêya rêber û rênasên baş.
Negihîje mırovên bereday û şaş.
Rêzdarîyê de qet xwe de paş.
Aştîyê de, bıratîyê de xwe bi de pêş.
Gunehin dilê te teng û tarî dikin.
Xeflet e, nefs e ku te dîn û har dikin.
Jiyana te, di rêya şaş re dibin.
Mixabin, te ji şopa Qur’anê dûr dixin.
Dinya ne ebedîye, ka bêje kî lê maye?
Armanca xwe zanibe, ku hê mirin tuneye.
Nebêje ax û wax çima weha buye.
Aqlê xwe bixebitîne, ku hê zuye.
Ev çend şîretin ji Tahırê Badikî.
Lewra ew jî ciwane, ji we kesekî.
Ya Rebbi tu me gışa efu biki.
Duayên me, daxwazên me qebul biki.
Kayıt Tarihi : 11.2.2015 15:47:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!