Bireve
bi lezgînî lez were
ling pêxâs î bireve
bikeve rê û dirba, çol û çiya bireve
ez liber mirinê me
tu ji bo min zû were
ez ji bo te mirime
tu ji bo min zû were
bikeve nav zevî û mêrgan
derbaz be ji çem û behran
tu gund bi gund bireve
bajar, bajar bigere
ez ji bo te mirîme
tu ji bo min bireve
Avrêl 2023
Mehmet Raşit Er
Kayıt Tarihi : 26.4.2023 15:46:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!