Bêje!
Ji min re bêje
Qala hevşabun ên bê sedem bike
Wundabun ên deryayê bê binî
Hevdîtinê kelogirî
Zaroka berpêsîra
Behsa evînê penaber,
û ramûsanê nîvco mayî li ser lêva
Bune sedema hevqetandinê bê dawî
Bêje!
Ji min re bêje.
Hechecokên ji nav dîlê min difirin
Çuk ên ji kefa destê min de dipirpitîn
Sermestbûna xewnê şeva
Dîsa têm li ber derîyê bijangên te
Derî veke
Ezê xwe biavêjim ber bextê te
Destê min bigre
Em derkevin vî bajarê bêaramî
Bêje!
Ji min re bêje
Hınek tiştên ku ez têgihîştimê
Bedenê çar demsala bi hevre dijîn
Xwekujerî ya çavên xwe ji min re diqirpîne
Rojê danek min ji min diqetîne
Êdî xewnên şeva jî min star nakin
Nava bêdengî ya di mêjî yê minde pel vekirî
Bêje!
Ji min re bêje
Gava tu bêjî
Wê çareser bibe hemî pirsgirêk
Wê bijîn hemî bedenê ku dikevin ser axê
Hevşabûnên azad wê ji nû ve destpê bikin
Hemî sînor wê rabin navbera herdu dila
Êdî evîndar naxeniqin di deryayê bêbinî de
Lê carek tu bêje
Bêje.
Bêje....
21 Hazîran 2017
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 21.6.2017 08:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!