Şer ku teriqandibin kulî
Koçber bin quling li ser axeke hişk
Û dûpişk bi xwe vedabe ji kerban
Li ezmanekî vala megere li kevokan
Ne guliyek zeytûnê filitî, ne tayek ta-rîhan:
Çiyayê xewnan şewitî heyran, çiyayê xewnan!
Kerbê li xwe bipêçe... û were
Bi balefirên bask-fere
Bi debabeyên rûxîner re
Were bi firokên menzîl-dirêj
Were bi sikorskiyan,
Bi mîgan,
Çavên min bide, generalê min
Tu çavên min bide ji kerema xwe!
Te du çav hene generalê min
Min ew winda kirin, û du destên xwe!
Ez Memedê te me, generalê min
Te ez şandim şer, û te ne got min
Ji çiyayê Tûjik -ku
Bi çil qevzî çilçav-
Ji te re anîme ev çeng av.
Ka vexwe heyrano,
Tu tî yî, tu tî!
Û tu birîndar î jî.
Çavên te: du binevşên reng-tenik
Di spêdê de şîrkî şîrkî, hênik
Bayek in: nermik nermik, nişmî...
Bêbavê, di çavên te de vemirîn
Çil biharên hevrîşmî!
Her zarok terhek bihar
her zarok stêr stêr qetek hetav
Kulîlka min î çav bi xunav
Hîva min hêviya min Îremka min
Tu, qetek nan û tasek av! ..




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!