Adem û Havva Şiiri - Timur Üzel 2

Timur Üzel 2
14

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Adem û Havva

Çend sibeh wek hespên kullek buhirîn di jiyana min î kurt de.
Hêwîya min wek siwarek ku sîlaxa wî di nav her dû çavên hespê de.
Ev sibeh ne çêtir bû ji şevên min î bêstêrk.
Ku asîman ji xwe bi ewre.
Ew ewrên kû bibaranan wan sêwa Adem û Hewa hatî şûştinê.

Di kolanan de zarûktîya min çend kevir berhev dikir.
Di bêrîka wî de heft şevên bibirîn.
Bijîşk idî ne dermankirin di vê dîrokê de.
Di bin pêşmalin bijîşkan de laşê zarûkên nûbûyî.

Bal bikşînin ku tilîyin min ravûnin ber bi ezman.
Lê fişeka siwar di anîşkin minda wek gustîla bûkek xezar salî rûniştî ye.
Pepûk baskên xwe hêla kirine ber bi deştek bihewl difirin û koçer kon wegirtine di qeraxa hîvê de.

Ey hîwa tijî!
Walahîya pêsîra dayîka min de çend dinya tê awa kirin ji bo min bi pirse ji Xwedê.
Bi pîrse gelo stêrk dizanin ku roj di bin çengê dayîke min de diçe ava.

Heywax ev kevirên bêrîka min hemû bûne xûn û di dilopên wan de nifirên dayîkên zîz.
Di bin neynûkin min de qirêja kolandina gorek bêlaş.
Wek xecîyên kabê hiş digerînim li dor gorê
Li anîy min xêza kevirin xedê
Lo mirî ez bûm ? Yan mirin bûm ez?
Ey Yezdan ne ku mirin ji bo zarokan qasî te mezin bû?

Timur Üzel 2
Kayıt Tarihi : 28.6.2025 14:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!