Rastiya Evînê Şiiri - Rengin Adar

Rengin Adar
86

ŞİİR


9

TAKİPÇİ

Rastiya Evînê

Gotın Evîna bî rastî çîyê
Mın got duriye
Gotın rastiya dûriyê çîyê
Mın got qasê hesreta welate
Gotın hesreta welat çîyê
Mın got, kengê sêwî mayi
Kengê êtim mayî
Kengê bê kes mayî
Ew çax tê fêrbi ;
rastiyê, duriye, hesret û evîniyê.
Derbê lıser bedenaxwe ku te nedît,
Êşa piştê ku meju heland,
Jana bırinê ku dernebu,
Şev û roj ku bû yek
Xew xeyidin, stêrk ku temırin,
Dest û lıng ku bê taqet ma,
Bêhna şînê ku belavbû Lı dor xeyala,
Dı yek behnekta ku rîh nekışiya,
Nav merzela dılda gulê tê ku çılmısin,
Ronahiya çava ku zer bun mîna pelê payize,
Ku tu buyi penaberê rıhê xwe,
Gotınen te ku dî gewriya tê da belavbu
Mîna kuliyê berfê ku çawa jî ewrek dıbarin
U hevdu na êşinin.
Bı kurtasî!
Evîna ewra heta zıvıstanê ave,
Evina bılbıla heta bêhna gula sare,
Ku pırsate Evina welat, û yarêye!
Ew ;jî zıkmakiye, heta gıvışka qebre ye
Ku lı rastiya evînê dıgeri;
Ew ne barê bê welata ye...
@renginadarofficial..

Rengin Adar
Kayıt Tarihi : 3.11.2019 22:40:00
Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Dıle bê Evîn wek mırovek bê Welate..

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!