Qibinîya Kewa Mine Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
1886

ŞİİR


11

TAKİPÇİ

Qibinîya Kewa Mine

Kewa gozel kewa mine
Qibîna wî para mine
Her baskên wî jî pir geşin
Sîya wan jî têra mine

Kewa gozel ber kendane
Li hemberê van gundane
Denk nekin kew xweş diqube
Li bo axa me Kurdan e

Germehîya havînê ye
Qibe qiba wê kewê ye
Wan wawîkan li vir dûrkin
Nêçîrvanî bêbextî ye

Xişînî ket li nav pelan
Kewa min maka çêlikan
Ev der zonana Kurdan e
Nav de tê bîhna kulîlkan

Kew delala dilê mine
Ew xewn û xeyalê mine
Hervaz û zindaran de
Helpekîna kewa mine

Mehmet Çobanoglu
16.02.2020
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 16.2.2020 14:05:00
Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!