Wek demên berê
Di guhê min da morîka xewê
Palda me
Bêhay im ji her derê
Çiya û zozanê min diherîminin
Barbarên genî
Hovên şowenî
Li ser milê min radibin
Di talda me
Ji pelê cixarê
Di guhê min da morîka xewê
ji serê min ticar nayê xwarê
êşa ewrên tarî
çi dikşînim ji destê vî neyarî
zorak û pîrek tev de xistin vî arî
harbûn nêzîk bûna dawîyê ye
bangek xweş hiltê bi rojê ra
azadî tê gelê min xelas...
azadî tê esaret xelas...
30.3.2003
Haşim AslanKayıt Tarihi : 3.10.2007 23:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)