Min Hembêz Bike Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


4

TAKİPÇİ

Min Hembêz Bike

De were min hembêz bike
Tenê çavên te di çavên min de
Nerînên te di awirên min de man
Pirsên te man bê bersîv
Lı ser lêvên zuwa
Û hêvî yê zarokên suret qemer
Derkeve were ji vê çîroka bindestîyê
De were,
De were min hembêz bike

Min dayne nav êşên bê nav
Bila bigere li bedena min
hest ên evîndarîyê
Bila bimîne nefesek hewara min
Min surgun bikin ji vî warî
Berê min bidin hestên bê hêvî
De were,
De were min hembêz bike

Ji minre bêje çîroka jîyanê
Ka bêje ev sekna me Ji bo çi bu
Ên ku me jibîrkirin kuda çun
Dengê bîra bê binî de dihat ên kê bu
Kolanên vî bajarî êdî mij girtin
bûn kolanên ji jehrê
hevî qedîya, hezkirin jî pêre
De were
De were min hembêz bike

Gava du çem bune yek
Bibîne yek bi yek evîndara
Sirra min çareser bike
Min evîn kivş kir
Liser kevirek efsunî
Ji bîr tînim rojên çuyî
Te xemilandin xewnên min
Xeyalên ji agir
De were,
De were min hembêz bike...

14 Ocak 2014

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 14.1.2014 13:19:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş