Kombûna Milyaketan Şiiri - Mehmetsalih Ö ...

Mehmetsalih Özalp
23

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Kombûna Milyaketan

Dewrane bira dewran e, li ezmanê jor dîwan danane
Ne hêsa ye, biryar hildane; îro roja xweş mêran e

Dinya alem pê nizane, li erdê afirandina milletan e,
Bi tenê Yezdan dizane, wext kombûna milyaketan e

Melek melekê Xwuda ne, Tawûs li serê melekan e
Çerxa felekê di desta dane, ji erdê heta ezman e

Go Xwudayo, wa Rebiyo!
Te her milletek ji Adem û Hewayê çêkiriyo
Ka milletê min ê kî rastane?
Ez ê ji wî re bibêjim kurdiyo,
Tu can î, tu canan î, mi dostane

Go meleko, Melekê Tawûs î,
Milletekî çêbike bi şeref û namûsî
Lê belê ew ji jinika bihuştan e
Ew ê herdem û her derê bibe kabûs î
Li serê neyar û dijminan e

Mehmetsalih Özalp
Kayıt Tarihi : 17.6.2018 20:22:00
Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


www.metyus.co

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!