Hewar Ya Reb Şiiri - Nurullah Kayra

Nurullah Kayra
42

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Hewar Ya Reb

Gelo çima em bêserîn
Bê mûrşid û bêrêberîn.
J-destê dijmin de hederin
Hewar ya reb û sed hewar

Dijmin do û pêr b-şeytanî
Ger û fen û hilekarî
Me kirine perçe û parî
Hewar ya reb û sed hewar

Qewmiyet xistin navame
Jar xistin nan û avame
Pizot xistin nav dawame
Hewar ya reb û sed hewar

Kafir lime bûne bela
Dinya kirne wek kerbela
Nagrin sonda kalûbela
Hewar ya reb û sed hewar

Dinya kirin gola xwûnî
Meyzê dikin memnûnî
Kafir weka sê meymunî
Hewar ya reb û sed hewar

Ya Reb hewar û el eman
Wahdet bêxî nav mû'mînan
Şar û ğerîb û mezlûman
Hewar ya reb û sed hewar

Ya reb alîkar bî jimere
Dest direjkî destêmere
Rehmê bikî avdêxwere
Hewar ya reb û sed hewar

Nurullah Kayra
Kayıt Tarihi : 28.6.2020 04:56:00
Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!