Bi wek pelên payîzê,
Kurdno nebin derbeder.
Li ber bayê felekê,
Qet nekin ax û keder.
Wek qulîngên ber koçê,
Kurd welatan negerin.
Bes e êrîş û talan,
Neyar Kurdan vegerin.
Şevên tarî derbas bin,
Kurd ronîyê digerin.
Koma gelan bi hêz e,
Rê li ber wan negrin.
Bes e şer û zordarî,
Bes e hêsir û keder.
Bila cîhan bibîne,
Kurd naxwazin derbeder.
Şevên reş bila biçin,
Bila rojên geş werin.
Li ser axa bav û kalan,
Bila roj li me vegerin.
Kurdno nebin derbeder,
Di axa xwe de bimînin.
Welat bi welat negerin,
Bax û baxçan biçînin.
Mehmet Çobanoglu
12.03.2026
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.3.2026 12:42:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!