Hésirén Te Veşartine Di Bin Kulén Min De

Haşim Aslan
10

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Hésirén Te Veşartine Di Bin Kulén Min De

Wa mêze neke li min
Bê raman, bê armanc
Li kedera min, wate ne xuya ye
Lê hêsirên te veşartî ne
Di bin awirê min de
Di bin kulên min…
Mendî/pêşeroj ne muhîm e
Cîhan ne lazim
Wan her dû çem
Yên ji çavên te diherikin
Mîna berfa ji dilê dîroka min
Ji navbera qerejdax û sîpan
Dihelin
Dihelînin
Ser kulên min de
Mîna îndoyan gulle heta guhan

Wa mêze neke
Bê raman, bê armanc
Dest kişand, min bi şiur,
Ji jîyana derew
Ne evîn ne dil
Ne soz ne gul
Li dû mane
Naxwazim ew çem
Ew çav
Ew kil
Xeber bidin biharê
Av di çiyan de mehpus hiştîne
Kanîyan ber bend girêdane
Haya te jê tune lebelê
Loma wa dinere tu li min
Vala, masûm, canik
Çawa mehzûn e
Dîjle
Wexta jinên paqij xwe ji zinaran tê werdikirin
Bi çavên fêdîyê
Namûsa di bin potînan de
Ferat
Wexta zana ji zîndanê lê dinerî
Xwîna aliman li nav belav dibû
Ji qehra û xema dihejîya
Nîl
Wexta wehşet li dorê diqewimî
Darbest dihat girêdan
Mazlûm dinaliyan
Tûna
Wexta pîrek û qîzên çardeh-salî diherimîn
Zarok û kal diheciqandin bê ûjdan
Meytên gelê jar rodikirinê
û volga
Şihad dima ji ceribandina tev-kujinê
Ceribandina kîmyewîyan li ser mazlûman
û berxwedana egîtan
Gelê heri 'mexdûr lê mexrûr'
û hêdî hêdî qirrkirin qelihandina netewekî li ber çavê dinê
Di qampan de mezin bûne
Multecî
Tî û birçî
Wa nefahm kirî ne nihêre
Guh bidê
Çi qîrîn çi nalîn
Bê sekin didomîn li ber pozê me
Xew nakeve çav
Ne mirovanî ye di sedsala bîst û yekan de
Sedsala fezayê
Ya demokrasî û mafên mirov
Hewar li alîyekî
Hewarî li alîyekî
Bo bindestî
Haya te jê tune ye
Ko hêsirên te veşartîne di bin kulên min de
Wek barana payîzê
Wek adarokê li caxarqele

Haşim Aslan
Kayıt Tarihi : 3.10.2007 23:27:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Haşim Aslan